Îlon 16, 2022 19:08 Asia/Tehran
  • Baskê çekdarî yê PKKê, amarên şerê 5 mehan aşkere kir

Baskê çekdarî yê PKKê, HPG amarên 5 mehên şerê navbera şervanên xwe û leşkerên Tirkiyê li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn belav kir û ragihand, di wan 5 mehên dawiyê de 2,132 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 105 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye jî 12ê Îlonê ragihandibû, ku di 148mîn roja operasyona Pence Kilîd de, 371 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.

Navenda Çepemenî û Ragihandinê ya baskê çekdarî yê PKKê, roja Pêncşemê 15ê Îlona 2022 amara dawî ya şer û pevçûnên li deverên Metîna, Zap û Avaşînê belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di nava 5 mehên şer de 105 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

Li gor vê daxuyaniyê, di wê demê de bi giştî 2 hezar û 132 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û îdia kiriye ku 13 ji wan efserên pilebilind ên artêşa Tirkiyê ne, herwiha 290 leşker jî birîndar bûne.

Baskê çekdarî yê PKKê, herwiha destnîşan kiriye, hêzên wan 10 helîkopterên cengî yên artêşa Tirkiyê di nava 5 mehên dawî de xistine xwarê.

Bi gotina baskê çekdarî yê PKKê, qadên wan 3 hezar û 274 caran bi balafirên şer û 3 hezar û 185 caran jî bi helîkoptêran hatine bombaran kirin û 10 helîkopterên Artêşa Tirkiyê ji aliyê wan ve hatine xistin ku 3 helîkopter ji corê ATAK û 7 jî ji corê Skorsky bûne.

Ji aliyê din ve Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Hulusî Akar roja 12ê Îlona 2022ê piştî civîna Encûmena Rêvebir a Navendî ya AKPê ragihandibû ku di 148mîn roja operasyona Pence Kilîd de 371 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Hulusî Akar herwiha gotibû, dest bi ser zêdeyî 400 sitargeh û veşartgehên endamên PKKê de hane girtin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 18ê Nîsana 2022an ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û bi taybet li Metîna, Zap û Avaşîn operasyonek bi navê Pence-Kilîd li dijî PKKê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e.

Serepeyv