Bi nêzikbûna hilbijartina serokomartiyê ra Erdoxan her roj sozeke nû dide; Vê carê 'Avahiyên Civakî'
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan projeya avahiyên civakî da nasandin û got: "Serlêdan sibê dest pê dikin û di sersalê da xîm tê danîn"
Bi nêzikbûna hilbijartina serokomartiyê ya sala 2023an û di halekî da ku rêjeya dengên Erdogan û AKP'yê li gorî rapirsînên mehane li Tirkiyê dadikeve û qeyrana aborî li vî welatî her ku diçe kûrtir dibe, roj û hefteyek tune ku serokomarê vî welatî sozeke nû nede.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoloyê, Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di merasima nasandina Projeya Avahiyên Civakî da axivî û got, "Serlêdanên ji bona avahiyên civakî sibê dest pê dikin û wê heya dawiya meha Cotmehê bidome. Em xîmê ewil yê avahiyên civakî jî di sersalê da datînin."
Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir, em li her derê welatê xwe pêvajoya çêkirina bi sed hezaran avahiyên civakî, erseyên xaniyan û dikanan didin destpêkirin û wiha axivî, "Serlêdanên ji bona avahiyên civakî sibê dest pê dikin û wê heya dawiya meha Cotmehê bidome. Em xîmê ewil yê avahiyên civakî jî di sersalê da datînin."
Erdogan diyar kir di Projeya Avahiyên Civakî da dixwazin avahiyên di destpêkê da herî kêm di nava 2 salan da çêkin û teslimî welatiyên xwe bikin û wiha peyivî, "Ev kampanya bi hejmar û saxlembûna xwe li dinyayê veberhênana avahiyan ya herî mezin e. Em dixwazin li hemû bajar û navçeyan di navbera 2023-2028an da ku pêvajoyeke 5 salî ye 500 hezar avahiyên civakî, 250 hezar erseyên xaniyan û 50 hezar dikan çêkin. Emê bi vê projeyê hejmara avahiyên civakî derxin 2 milyonî û hejmara kesên tê da rûdinin jî derxin ser 10 milyonî. Me navên 'mala min a yekem' û 'dikana min a yekem' li projeyê kirine."
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan der barê Projeya Avahiyên Civakî da diyar kir ev xebateke wisa ye ku wê li seranserê welêt bihayên kirê û xaniyan kêm bike û welatiyên wan bi rehetî bibin xwediyê xanî û wiha pê da çû, "Welatiyên me wê ji bona xaniyên bi 608 hezar lireyî yên 2+1ê bi wehdeya 240 mehî ku bi teqsîdên ji 2 hezar û 280 lireyî dest pê dikin, bidin. Avahiyên 3+1 yên bi 850 hezar lireyî wê bi wehdeya 240 mehî bi teqsîdên ji 3 hezar û 187 lireyî dest pê dikin bên firotin. Me ji bona ciwanên 18-30 salî jî kontenjan vekirine. Me ji sedî 20ê avahiyên di projeyê da ku 50 hezar avahî ne ji bona ciwanan destnîşan kirine. Ji bona xizmên şehîd û xaziyan (kevneşervan) 12 hezar û 500, ji bona astengdaran 12 hezar û 500 û ji bona kesên teqawidbûyî jî 50 hezar avahî kontenjan wê bên veqetandin. 250 hezar avahî, 250 hezar erseyên xaniyan û 10 hezar dikanên ku wê di destpêka projeyê da bên çêkirin dê di nava 2 salan da ji bona emilandinê amade bin."