Îlon 13, 2022 21:52 Asia/Tehran
  • Kampanyaya ukraynîyan li dijî Tirkiyê, bû sedema hêrsbûna Tirkiyê

Rojnameyeke Tirkî îro Sêşemê li ser zarê çavkaniyên dîplomatîk nivîsî: Enqerê daxwaz ji Kîevê kir kampanyaya mezin a dijî Tirkiyê li Ukraynayê, zelal û ronî bike.

Li gorî rapora ISNA`yê, rojnama tirkî ya "Aydinlik" ji zarê çavkaniyên dîplomatîk roja Sêşemiyê nivîsî: Ev kempîn bi armanca piştevaniya boykotkirina bank û karsazên Tirkiyê û wek berteka li hember nepabendbûna Enqerê bi siyasetên rojavayî li dijî Rûsiyê, hat cîbicîkirin.

Li gorî agahiyan, di çarçoveya vê kampanyayê de, lîsteya serokên çend bankên Tirkiyê ku di nav wan de "Zirat", "Isbank" û "Credit Europe Bank" li gel wêneyên wan li Ukraynayê hatine weşandin û daxwaza sepandina cezayên li dijî wan û şirketên wan hatiye kirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Tirkiyê nerazîbûna xwe ya li hember vê planê ji aliyê Ukraynayê re diyar kiriye û daxwaza zelalkirina vê rewşê kiriye.

Sefaretxana Tirkiyê ya li Kîevê jî tedbîrên bi vî rengî girtin.

Serepeyv