Îlon 13, 2022 19:51 Asia/Tehran
  • Akşener: Me bihîstiye AKPê bi Ocalan re hevdîtinan dike

Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener îdia kir ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike.

Meral Akşener beşdarî bernameyeke FOX TV bû û li ser nîqaşên derbarê dayîna wezaretekê bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de diyar kir: “Du partiyên ku helwesta wan li hember hev gelek zelal e; Partiya ÎYÎ û HDP. HDP jî dibêje li cihekî ku Partiya ÎYÎ hebe, ew tune ye.”

Akşener dibêje: “Ji ber helwesta me ya li hember HDPê, yekser li ber me tiştekî weke 'Şeş milyon dengder' derdikeve pêş. Rêzgirtina me yek bi yek li wan şeş milyon dengderan bêsînor e. Dengder di dayîna dengê xwe de azad e. Divê em rêz lê bigrin. Eger mimkun be, em bikarin dengên wan dengderan jî bi dest bixin, mesele ev e.”

Seroka Partiya ÎYÎ di axaftina xwe de diyar kir ku wan bihîstiye AKP li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re hevdîtinan dike.

Serepeyv