Îlon 11, 2022 11:56 Asia/Tehran
  • Amerîka gefa dorpêçên nû li Tirkiyê dixwe

Berpirsekî Amerîka ragihand ku eger Enqere balafirên şer ji Rûsyayê bikire, emê dorpêçan daynin ser Tirkiyê.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka ji rojnama Hellas Journal ya Yunanistanê re ragihandiye, eger Enqere balafirên şer ji Rûsyayê bikire, em ê dorpêçan daynin ser Tirkiyê.

Heman berpirsê Amerîka li ser kirîna S-400 ji Rûsyayê jî rexne li Tirkiyê digire û dibêje, nabe ti hevalbendekî me çekan ji Rûsyayê bikire.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Înê ragihandibû, eger Amerîka balafirên F-16 nefiroşe wan, ew dikarin ji Rûsyayê bikirin.

Bi başbûna pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê re, Serokê Amerîka Joe Biden di meha Hezîranê de ji Erdogan re gotibû ku ew ê piştgiriyê bide firotina firokeyên şer ên F-16 yên kêm pêşketî. Lê Kongressa Amerîka ji vê yekê piştgirî nekir. Ji bo firotina kelûpelên leşkerî pêdivî bi pejirandina Kongressê heye.

Pêştir jî dema Tirkiyê di sala 2019an de sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê kirîbû,  Amerîka cezayên aboriyê li ser Tirkiyê sepandin û ji bernama firokeyên şer ên F-35 dûr xistibû.

Serepeyv