Îlon 11, 2022 10:56 Asia/Tehran
  • Derxistina zêdetirî sê hezar penaberan ji Tirkiyê

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja şemiyê dersînorkirina 3 hezar û 38 penaberên ku ji aliyê hikûmeta Enqerê ve wek koçberên neqanûnî tên dîtin, ragihand.

Tirkiye bi krîzeke aborî ya giran re rû bi rû ye û dersînorkirina komî ya penaberan xistiye rojeva xwe.

IRNA`yê li gorî rapora Dezgeha Koçberiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di nav van kesan de hezar û 492 penaberên Efxanî, 448 kes Pakistanî û yên mayî jî ji neteweyên din in ku navên wan nehat zanîn.

Ev kes di navbera duyem û heştemê vê mehê de ji Tirkiyê hatin derxistin.

Di daxuyaniya vê dezgehê de hatiye ragihandin ku hejmara wan koçberên neyasayî yên ku ji destpêka îsal ve ji Tirkiyê hatine dersînorkirin, gihîştiye 78 hezar û 716 kesan.

Li gor rapora vê saziya koçberan a Tirkiyê, ji destpêka îsal ve, rayedarên Enqerê rê li 209 hezar û 318 koçberên neqanûnî girtine ku derbasî welatê wan bibin.

Di vê navberê de, rayedarên Tirkiyê ragihandine ku niha çar milyon penaber ku piraniya wan ji Sûriye, Iraq, Efxanistan û hejmarek welatên din in, li wî welatî dijîn.

Serepeyv