Îlon 10, 2022 14:29 Asia/Tehran
  •   Li Avcilara Stenbolê 4 metrobês li hev qelibîn, 99 kes birîndar bûn

Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê der barê qezaya ku li Avcilarê 4 metrobês li hev qelibîn û 99 kes birîndar bûn da lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li rawestgeha metrobêsê ya li Avcilara Stenbolê ji ber sedemeke hê nayê zanîn du metrobês serserkî li hev qelibîn. Du metrobêsên din ên ku paş va hatin jî li wesayîtên qeza kiribûn xistin. Di qezayê da 99 kes birîndar bûn.

Piştî ku xeber hat dayîn gelek ekîbûn tenduristî, agirvemirandin û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ekîbên agirkujiyê rêwiyên birîndar ên ku di metrobêsan da asê mabên xilas kirin. Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxaleya ewil a birîndaran kir û bi ambûlansan birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê der barê qezaya ku li Avcilarê 4 metrobês li hev qelibîn û 99 kes birîndar bûn da lêpirsîn da destpêkirin.

Walîtiya Stenbolê eşkere kir ku 50 kesên di qezayê da birîndar bûn bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyê kirin, 49 kes jî bi derfetên xwe çûne nexweşxaneyê û li ser piyan hatin dermankirin.

Serepeyv