Îlon 08, 2022 21:23 Asia/Tehran
  • Nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî gihişte asata herî bilind a îsal

Li Tirkiyê bilindbûna bihayê dolarê Amerîkî li bermaber lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û her dolareke Amerîkî gihîşt 18.24 lîreyê Tirkî. Bi vî awayî nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî gihişte asata herî bilind a îsal.

Lîreyê Tirkî her ku diçe nirxê xwe ji dest dide, vê sibê dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî bi 18.22/18.23an dest bi rojê kir û di demjimêr 12ê nîvro de gihişt 18.24.02 lîreyî.

Di nava rojê de asta herî bilind a bihayê dolar li beramber lîreyê Tirkî jî 18.24.16 lîre hat tomarkirin.

Ji dawiya meha Nîsanê ve heta niha lîre %18, ji despêka salê ve %27.8, di nava salekê de jî %54 nirxê xwe ji dest daye. Her wiha par jî lîre %40 nirxê xwe ji dest dabû.

Bilindbûna bihayê dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî dibe sedem ku li Tirkiyê rêjeya enflasyonê jî bilind bibe. Herwiha her tişt girantir dibe.

Li gor amarên berî sê roja hatin belavkirin, di Tebaxa 2022ê de enflasyon bi rêjeya %1.46 zêde bûye û bi vê yekê rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %80.21, ku Temûza 2022ê ev rêje %79.6 bû.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihandiye ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %181.37e û ya Tebaxa 2022ê jî bi rêjeya %5.86 zêde bûye.

Serepeyv