Îlon 07, 2022 19:01 Asia/Tehran
  • Golên Tirkiyê di bin xetera jinavçûnê de ne

Gola sêyemîn a Tirkiyê li ber jinavçûnê ye.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Gola Arînê bi rûbera xwe 14 kîlometre çargoşe piştî golên Wanê û  Gola Xwê yan jî bi tirkî Tuz Gölü sêyemîn gola Tirkiyê ye ku li ber  tunebûnê ye.

Ev gola ku dikeve parêzgeha Bedlîsa Kurdistana Tirkiyê ya li rojhilatê vî welatî, her sal bi deh hezaran çûkên koçber têne dora wê, lê îsal ji ber guherîna şert û mercên avhewa û zuwabûna beşeke mezin ji vê golê, gelek çûkên koçber jî telef bûne.

 Gola Wanê ya li rojhilatê Tirkiyê bi awayekî berçav paşve çûye û şêniyên herêmê bi pirsgirêkên debarê re rû bi rû mane û golên Tûz Golu û Bordorê yên li navenda Tirkiyê jî ji ber kêmbûna baranê û ziwabûnê bi tevahî li ber zuwabûnê ne.

Serepeyv