Îlon 06, 2022 17:19 Asia/Tehran
  • Pêşbîniyên hikûmeta Tirkiyê yên dolar û enflasyonê di 4 salan da hatin eşkerekirin

Hikûmeta Tirkiyê Bernameya xwe ya Pêşbîniya Rewşa Aboriyê bo salên di navbera 2022 heta 2025an di Rojnameya Fermî de belav kir. Ew bername ji aliyê Serokayetiya Bûdceya Tirkiyê ve hatiye amadekirin û tê de pêşbiniyên hikûmetê yên di derbarê geşedana aborî, nirxa dolarê, rêjeya bêkarî û enflasyonê û çend mijarên din ên aborî de cih digirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor wê bernameyê, hikûmeta niha ya Tirkiyê pêşbînî dike ku aboriya wî welatî di navbera salên 2022 û 2023ê de ji sedî 5 û di salên 2024 û 2025an de jî bi rêjeya ji sedî 5.5 mezin bibe.

Hikûmeta Tirkiye di wê bernameyê de pêşbîniyên xwe yên rêjeya bêkariyê li vî welatî bo sala 2022an ji sedî 10.8, bo sala 2023an ji sedî 10.4, bo sala 2024an ji sedî 9.9 û bo sala 2025an jî ji sedî 9.6 ragihandiye.

Hikûmeta Tirkiye pêşbîniyên xwe yên derbarê dahata niştîmanî de jî bi Lîreya Tirkî û Dolara Amerîkî belav kirine. Li gorî wan pêşbiniyan jî wê nirxê yek dolarê Amerîkî di dawiya 2022ê de 16,62 lîreyên tirkî be.

Di sala 2023ê de bi 21.52 lîre, di sala 2024ê de bi 24.62 lîre û di sala 2025ê de jî yek Dolarê Amerîkî bi 25.76 lîreyên Tirkî be.     

Pêşbiniyên di derbarê rêjeya enflasyonê de jî hene. Di Tîrmeha îsal de enflasyon gihîşte derdora ji sedî 80ê û welatiyên Tirkiyê ji ber bihabûna nirxan di rewşeke zehmet de ne. Hikûmeta Tirkiye pêşbînî dike
rêjeya enflasyonê di 2022an ji sedî 65, di sala 2023an de ku di heman demê de hilbijartin jî tê kirin, ji sedî 24.9, di sala 2024ê de ji sedî 13.8 be û di sala 2025ê de jî dakeve ji sedî 9.9.

 

Serepeyv