Îlon 05, 2022 18:46 Asia/Tehran
  • Semra Guzel: Morala min baş e, ji ber ku heq li aliyê min e

Parlementera binçavkirî ya Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) bi şandina peyamekê ji zîndanê ragihand ku morala wê baş e, ji ber ku heq li aliyê wê ye.


Semra Guzel, Parlementera binçavkirî ya Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) ku sê roj beriya niha ji aliyê polîsê Stenbolê va hatiye girtin, di peyama ku ji zîndanê şand da qala başbûna moral û derûniya xwe kir.


Semra Guzel di peyama xwe da ragihandiye ku halê wê gelekî baş e, ji ber ku heq li aliyê wê ye. Wê ragihand: We hemûyan ji nêzik va pêvajoya wêdadayîn û binçavkirina min dît. Ev pêvajo bi tevahî ne-edlane û neqanûnî bû. Lê piştrast bin ku em ê bi ser kevin.

Semra Guzel ku sala derbasbûyî parêzbendiya wê ya dadweriyê li Parlimana Tirkiyê hatibû rakirin, vê dawiyê li pey îdiaya hin rojnameyên ser bi hikûmeta Tirkiyê derbarê piştevaniya wê ji kurdên Sûriyê, li Stenbolê hat girtin.
 

Serepeyv