Erdoxan dê serdana Balkanê bike
Îlon 05, 2022 13:47 Asia/Tehran
Receb Teyib Erdoxan dê serdana navçeya Balkanê bike.
Li gorî rapora TRT'yê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê dê sibe (Sêşemî) ji bo serdana sê welatên Bosnî û Hersek, Sirbistan û Krowasiyê berê xwe bide navçeya Balkanê.
Yekem rawestgeha Erdoxan di serdana navçeya Balkanê da, dê Bosnî û Hersek be.
Rojeva van serdanan ku dê ji 6 heta 8ê Îlona 2022an pêk bên, pêwendiyên dualî, aştî û aramiya navçeyî û pêngavên têkildarî zêdekirinja asta bazirganiyê be.
Taximeke mezin a bazirganên Tirkiyê dê hevrêtiya serokomarê vî welatî di serdana bo Balkanê bike.