Îlon 05, 2022 09:49 Asia/Tehran
  • Rageşiya asimanî di navbera Yûnan û Tirkiyê da li ser Deryaya Ejeyê

Medyayên yûnanî êvara Yekşemiyê qala şopandina hejmareke balefir û dronên Tirkiyê li ser Deryaya Ejeyê di 24 saetên derbasbûyî da kir.

Wezareta Berevaniyê ya Yûnanê ragihand, Di 24 saetên derbasbûyî da 57 babetên binpêkirina qada asimanî ya vî welatî ji aliyê balefirên şêrr û dronên Tirkiyê va hatine tomarkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Yûnanê her wiha ragihand: Hemû babetên binpêkirina qada asimanî ya vî welatî ji aliyê hêzên Tirkiyê, ji aliyê hêza asimanî ya Yûnanê û li gorî qanûnên navneteweyî hatine naskirin û şopandin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî roja Yekşemiyê ragihand ku Yûnanê heta niha 123 caran qada asimanî û deryayî ya Tirkiyê binpê kiriye.

Di hefteyên vê dawiyê da, Tirkiyê Yûnan tawanbar kiriye ku pergalên mûşekî yên S-300ê yên Rûsiyê li Girava Kirîtê ji bo kilîlkirin û bêtevgerkirina cêtên Tirkiyê bi kar tîne.

Tirkiye di vî halî da îdia dike ku ku Yûnan bi rêya leşkerîkirina giravên li Deryaya Ejeyê, lihevkirinên navneteweyî binpê dike.

Atên jî di bersivê da dibêje ku leşkerên vî welatî li van giravan bi cih bûne da ku keştiyên ku ji perava rojavayî ya Tirkiyê nêzik dibin, bi paş va dehf bidin.

Kêşeya navbera Yûnan û Tirkiyê wek du endamên NATOyê bi awayekî kêmdîtî giran bûye û karzan derbasê dewama van kêşeyan û veguherîna wê bi rûbirûbûna leşkerî navbera du welatan hişyarî didin.

Yûnan Tirkiyê bi berfirehxwaziyê tawanbar dike; Heman siyaseta ku hikûmeta Tirkiyê di salên dawiyê da li hin navçeyan ji wan li welatên Sûriye û Iraqê şopandiye.

 

 

Serepeyv