Îlon 04, 2022 14:03 Asia/Tehran
  • Erdogan gefa êrişê li Yûnanê xwar

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di gotara xwe ya di festîvala TEKNOFEST 2022ê de ji ber aloziyên li Deryaya Egeyê gef li Yunanîstanê xwarin û got “Diqewime ku em şevekê ji nişka vê bên.”

Erdogan di vê gotara xwe de bersiva hişyarîdayînên Yunanîstanê yên berî çend rojan li dijî balafirên Tirkiye yên bi ser asmanê welatê wan re derbasbûyî da û gef li wî welatî xwar.

Serokkomarê Tirkiyê di vê axaftina xwe de got: “Ey Yunan, li dîrokê binêre, tu ji vê zêdetir zêdegaviyê bikî dê berdêlên wê giran bin! Ji Yunanîstanê re tenê yek gotina me heye: Îzmîrê ji bîr neke. Dagirkirina giravan me eleqedar nake, ku dem û saeta wê hat em dê ya pêwîst bikin. Em dibêjin, nîveşevekê ji nişka ve em dê bêdeng werin.”