Îlon 04, 2022 10:47 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 36 milyon kes deyndarê bankayan e

Li gor amarên Saziya Sererastkirin û Kontrolkirina Bankayan (BDDK), rêjeya diravê ku welatiyan ji bankayan deyn kirine sala 2022ê, 80 milyon dolar zêde bûne û bi tevahî gihiştiye 510 milyon dolaran.

 

Li Tirkiyê ji ber daketina nirxê lîre li hember dolar û qeyrana aborî roj bi roj şîyana kirînê ya welatiyan kêm dibe. Welatî jî neçar dibin û ji bo kar û debara jiyanê ji bankayan krediyan werdigirin.

Li gor amarên BDDKyê, krediyên ku welatiyan ji bankayan deyn kirine sala 2022ê 80 milyon dolar zêde bûne û bi tevahî gihiştiye 510 milyon dolaran. Herwiha hejmara welatiyên deyndar jî sala 2022ê milyonek û 800 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 36 milyon kesan.

Welatiyan sala 2022ê herî zêde bi 48 milyon dolaran ji bo pêwîstiyên debarê kredî wergirtine. Ji bo kirîna xanî û avahiyan 28 milyon dolar û ji bo kirîna otombîlan jî 6 milyon dolar kredî wergirtine.

Bikaranîna kartên krediyan jî di 7 mehên destpêkê yên sala 2022ê de 55 milyon dolar zêde bûye û gihişte 165 milyon dolaran.