Parlementera HADP'yê ya Amedê Semra Guzel hat binçavkirin
Îlon 03, 2022 12:50 Asia/Tehran
Parlamentera HDP'yê ya Amedê Semra Guzel li Stenbolê hat binçavkirin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê ya li Meclisê hatibû betalkirin, li Stenbolê hat binçavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Hat diyarkirin ku Guzel birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser hesabên xwe yên medyaya sanal binçavkirina Guzel ragihandin.