Leşkerekî artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê hat kuştin
Îlon 02, 2022 18:13 Asia/Tehran
Çavkaniyênn iraqî ragihand ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li Dihoka Herêma Kurdistana vî welatî hatiye kuştin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Leşkerekî artêşa Tirkiyê ji ber teqîna mînê li navçeya Zab-Avaşînê ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kuştin.
Di vê raporê da hatiye, ev leşker ji ber teqîna mînê û li navçeya ku artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî PKK'yê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine, hatiye kuştin.
Roja Çarşemiyê jî baregeha leşkerî ya Bamerniyê li parêzgeha Dihokê kete ber mûşeka rênimûnbûyî ya Konkurs'ê.
Êrîşên Tikriyê li ser navçeyên Iraqê heta niha tûşî berteka dewleta vî welatî bûye û rayedarên iraqî bi caran ji Tirkiyê xwestine ku dawî li binpêkirina serweriya Iraqê bîne.