Îlon 02, 2022 12:03 Asia/Tehran
  • Hatin û çûyîna keştiyan li Geliyê Stenbolê hat rawestandin

Ji ber keştiyeke kargoyê ya ku dema ji Ukraynê dihat Stenbolê tûşî kêşeya teknîkî bû û di avê da rûnişt, li Geliyê Stenbolê hatin û çûyîna keştiyan hat rawestandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Midûriya Giştî ya Ewlehiya Qeraxan  a Tirkiyê da hat diyarkirin ku Keştiya bi navê "Lady Zehma" a dema ku ji Ukraynê dihat Stenbolê ji ber kêşeya teknîkî di avê da rûnişt û di Kendavika Bebekê da lenger berda.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku , ji bo keştiya kargoyê ya bi navê Lady Zehma ya ku 173 mêtro dirêj e û dema ku ji Ukraynê dihat Stenbolê ji ber kêşeya teknîkî di avê da rûnişt römorkörên me yên Kurtarma-5, Kurtarma-6, Kurtarma-9, Kurtarma-12, Nazim Tur, botên me yên KEGM-3, KEGM-5 sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li Geliyê Stenbolê hatin û çûyîna keştiyan hat rawestandin."

Serepeyv