HDP ji bo bijartina berbijarê hevpar bang li opozîsyonê dike
Hevserokê HDP pêgirî kir ku pêwîst e piştî hilbjartinê têkildarî nijyara hikûmetê muzakire bê kirinê û careka din ji her 6 partîyên opozîsyona Tirkîyê xwest ku bi HDP û Hevalbendîya Kar û Azadîyê ra têkildarî berbijarê hevpar lihev bikin.
Midhet Sencer Hevserokê HDP di hevpeyvîna berfire digel Rojnama Cumhuriyet`ê da ji hevalbendîya 6 partîyên opozîsyona Tirkîyê xwest ku bi rawêjkarî û hevfikrîyê berbijarekî hevpar ji bo hilbijartina serokomartîyê bidin nasandinê û bi vî awayî di dewra yekê ya hilbijartinê da ser kevin.
Sencer got ku em vê yekê dibêjin ku werin em têkildarî isûlên bingehîn ku rê ji bo serê xwe girtina dadperwerî, dêmokirasî û aştîyê li vî welatî xweş diin, lihev bikin.
Sencer pêgirî kir ku pêwîst e nijyara hikûmetê piştî hilbijartinê were guhertin.
Hevserokê HDP pêgirî kir ku heke banga wan a ji bo bijartina berbijarê hevpar ji hêla hevalbendîya 6 partîyên opozîsyona Tirkîyê va neyê qebûlkirinê, Hevalbendîya Kar û Azadîyê yê berbijarê xwe ji bo hilbijartina serokomartîyê bide nasandin.