Tebax 31, 2022 15:06 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 133 hezar kompanyayên biçûk nikarin deynê xwe bidin

Li Tirkiyê derbarê 133 hezar û 122 kompanyayên biçûk û astnavîn de ji ber deyn şopandina yasayî hatiye destpêkirin.

Li Tirkiyê, 4 milyon û 300 kompanyayên biçûk û astnavîn hene û li gor rapora “Krediyên KOBΔ ya meha Temûzê ya Saziya Rêkxistin û Venêrîna Bankayan (BDDK) deynê wan roj bi roj zêdetir dibe.

Li gor rapora BDDKê deynê kompanyayên biçûk û navendî yê krediya bankayan ji meha Temûza 2021ê heta meha Temûza 2022ê %72 zêde bûye û 800 milyon dolar derbas kiriyr. Herwiha ji ber qeyrana aborî her roj hejmara kompanyayên biçûk, astnavîn û mezin ku nikarin deynê xwe yên bankayan bidin zêde dibe.

Krediyên bankayan ku dane kompanyayan û êdî bi ti awayî nikarin werbigrin gihiştiye 34 milyon dolarî. Herwiha ji ber ku ew nikarin deynê xwe bidin bankan derbarê 133 hezar û 122 kompanyayên biçûk û navîn de şopandina yasayî dane destpêkirin.