Bangewazîya HDP têkildarî pişikdarîya berfire di kombûna bi boneya Roja Cîhanî ya Aştîyê da
Bulent Ateş endamê pillebilind ê HDP ji ber sîyasetên şerxwazîyê yên hikûmeta Tirkîyê rexne kir û xwest ku gel bi awayekî berfire di kombûna bi boneya Roja Cîhanî ya Aştîyê da ku yê ji hêla vê partîyê va were ldiarxistinê, pişikdar bibe.
Biryar e ku HDP bi lidarxistina mîtîngekê bi boneya 1ê Îlonê wek Roja Cîhanî ya Aştîyê li Kadikoya Istenbolê, nerazîbûnê himberî sîyasetên tenêhîştina bi zorê û şerûtîyê nîşan bide.
Bulent Ateş endamê Desteya Kargêr a Çiqa Istenbolê ya HDP û yek ji endamên Komeleya Kar û Dêmokirasîyê di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê da ji gel xwest ku bi awayekî berfire di vê meş û mîtîngê da pişikdar bibe.
Wî herwiha got: Hikûmeta Tirkîyê nika ne tenê bi çekê belkî bi şêwazên curbicur dijî neyar û karkeran nemaze dijî kurdan şêrr dike.
Şayanî gotinê ye ku roja 1ê Îlonê salvegera êrişa Almanê ser Polandayê di sala 1939ê da ye ku bû sedema destpêbûna Şerê Cîhanî yê Duyê. Di sala 1981ê da jî ev roja wek Roja Cîhanî ya Aştîyê bi fermî hat naskirin.