Tebax 29, 2022 16:47 Asia/Tehran
  •   Di dîlanên gelêrî de tîma Amedê li Tirkiyê bû yekemîn

Di fînala dîlanên gelêrî de ku li bajarê Kutahya yê Tirkiyê hat lidarxistin da, tîmên ji bajarên Kurdistana Tirkiyê her sê pileyên yekem heta sêyem bi dest xistin, tîma Amedê bû yekem, tîma Dîlokê bû duyem û tîma Agiriyê jî bû sêyemîn.

Bi hevkariya Federasyona Dîlanên Gelêrî ya Tirkiyê (THOF) û Şaredariya Kutahyayê qaremaniya dîlanên gelêrî hat lidarxistin û ji parêzgehên cuda yên Tirkiyê 14 klûb beşdarî qaremaniyê bûn.

Qaremaniya dîlanên gerlêrî li Salona Sporê ya Nû ya Kutahyayê hat lidarxistin.

Klûb di kategoriyên "kevneşopî bêpergal" û "bi tertîbkirina kevneşopî" de pêşbazî kirin.

Di pêşbirkê de Kuluba Ciwanan û Sporê ya Lîseya Ziya Gokalp a Amedê bû yekemîn, Koma Dansên Gelêrî ya Dîlokê bû duyemîn û Kuluba Hunerê ya Karakose ya Agiriyê jî di beşa şaxa bêpergal de bû sêyemîn.

Di beşa organîze de Kuluba Werzişê ya Ciwanan a Çand û Hunerê ya Egezade ya Îzmîrê pileya yekem, Kuluba Sporê ya Ciwanan a Dore ya Qersê di rêza duyemîn de û Kuluba Ciwanan û Sporê ya Folklorê ya Kocaeliyê bû sêyemîn.

Mamosteyê govenda gelerî Mazlûm Suna ji medyaya Tirkiyê re diyar kiriye ku piştî wê serkeftinê û kûpaya ku bi dest xistine, ew gelek bi kelecan e û gotiye: “Em weke tîm gelekî kêfxweş in. Bi taybetî em wisa difikirin ku me navê Amedê di herî jor de bi cih kiriye. Me ji her kesî peyamên pir erênî wergirtin û her tişt ji bo Amedê ye.”

Serepeyv