Tebax 29, 2022 16:47 Asia/Tehran
  • Asta hezkirîbûna Erdoxan daketiye

Rojnameya Milî Gazeteyê di raporekê da şiroveyek li gorî encamên rapirsîneke fermî ragihandiye ku asta alîgiriya ji Erdoxan li Tirkiyê bi awayekî cidî daketiye.

Li gorî Rojnameya Milî Gazete, Li gorî lêkolînên navenda Metropolê ku li 28 parêzgehan pêk hat, ji gel hat pirsîn: Gelo hûn bi giştî ji xizmetên Erdoxan wek seerokomarê razî ne? Sedî 41.4ê welatiyan bersiva Erê dan vê pirsê; Lê sedî 53.4ê beşdaran jî got: "Na, Ez ne razî me".

Sedî 90.5ê dengdêrên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji Erdoxan razî ne, lê di nav alîgirên MHP'yê da, ev rêje gihîşte sedî 71.2ê.

Her wiha dengên itirazî û nediyar a zêde ji sedî 30 nîşan dide ku hilbijartineke dijwar li benda Erdoxan e.

 

 

Serepeyv