Tebax 29, 2022 09:30 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst ji Tirkiyê xwest ku ofîsa Hemasê li Enqereyê girêde

Rejîma Siyonîst ji Tirkiyê xwest ku ofîsa Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Enqereyê betal bike.

Hevdem digel hewildana dewleta Tirkiyê ji bo berfirehkirina peywendiyan tev Rejîma Siyonîst, Irit Lillian kardarê balyozxxaneya Rejîma Siyonîst li Tirkiyê got: Îsraîl ji Tirkiyê dixwaze ku ofîssa tevgera Hemasê li Enqereyê girêde.

Irit Lillian her wiha got: Pêvajoya tayînkirina dubare ya balyozê Îsrayîlê li Enqereyê dibe ku di heyama çend hefteyan da pêk were, lê di vê heyamê da Îsrayîlê çaverêtî heye ku Enqere ofîsa tevgera Hemasê li vî bajarî girêde.

Di destpêka vê mehê da, Tirkiye û Îsrayîlê piştî çar salan li hev kir ku balyozên xwe vegerînin paytextên hevdu.

Dewleta Erdoxan bi helwêsteke pêkenî îdia dike ku hevdem digel berfirehkirina peywendiyan tev Rejîma Siyonîst, pişta mafên filistîniyan jî digire.

 

Serepeyv