Rejîma Siyonîst daxwaz ji Tirkiyê kir ku ofîsa Hemasê li Enqerê girê bide
Rejîma Siyonîst ji Tirkiyê xwest ku nivîsgeha Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Enqerê girê bide.
Enqere hertim ji rû ve îdiaya piştevaniya ji neteweya Filistînê li hember dagîrkerî û cinayetên Rejîma Siyonîst dike, lê ev piştgirî tenê bi gotinan e û qet negihêştiya asata pratîkê. Tirkiyê di sala 1949an de Rejîma Siyonîst bi fermî nas kir û ji wê demê ve pêwendiyên nêzîk di navbera her du aliyan de di warên aborî û leşkerî û siyasî de dest pê kir.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya malpera rojnama Şerq El-Ewset; "Irit Lilian" kardarê balyozxana Rejîma Siyonîst li Tirkiyê got: Îsraîl ji Tirkiyê dixwaze ku nivîsgeha tevgera Hemasê li Enqerê girê bide.
“Irit Lilian” her wiha got, dibe ku di heyama çend hefteyan de proseya destnîşankirina balyozê Îsraîlê li Enqerê were kirin, lê di vê heyamê de Îsraîl çaverê ye ku Enqerê ofîsa tevgera Hemasê li vî bajarî bigire.
"Irit Lilian", ku niha dîplomatekî payebilind ê Îsraîlî li Enqerê ye û berbijarê herî diyar e ji bo posta balyozê Îsraîlê li Tirkiyê.
Di destpêka vê mehê de, piştî çar salan ji alozbûna rûwekî ya peywendiyan ku bû sedema vegerandina balyozên xwe, Tirkiye û Îsraîlê li ser vegerandina balyozên her du aliyan û vejandin û saxvekirina peywendiyan li hev kirin.