Tebax 27, 2022 20:06 Asia/Tehran
  • Kongresê dîsan Biden derbara firotina balafirên cengê bo Tirkîyê de hişyar kir

19 endamên Kongresa Amerîkayê di nameyekê da, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê derheq firotina balafirên cengê yên F16 bo Tirkîyê hişyar kirin.

Neyartîya endamên Kongresa Amerîkayê hemberî firotina balafirên cengê yên F-16 bo Tirkîyê piştî wê hat ku gellek rapor têkildarî firotina barekî din ê Sîstema Berevanîya Mûşekî ya S-400 a Rûsyayê bo Tirkîyê hatin belavkirinê, vêca 19 endamên Kongresê di namekê de bo Anthony Bilînkên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê xwestin ku dewleta Biden bi dû hevkarîya leşkerî ya Enqere-Moskowê di warê kirrîna mertala mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, balafirên cengê yên F-16 nefiroşe Enqerê.

Endamên Kongresa Amerîkayê, Tirkîye bi binpêkirina qanûnên navnetewî ji wan têkildarî êrişa Enqerê ser kurdên Sûrîyê tawanbar kirin.

3 mehan berî nika jî 51 endamên Kongeresa Amerîkayê dijî plana dewleta Biden a firotina balafirên cengê yên F-16 bo Tirkîyê derketin.

Serepeyv