Tebax 27, 2022 16:51 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Erdogan êdî bi kêrî NATOyê nayê

Hevserokê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) got ku ne pêkan e dewletên Tirkîye û Sûrîyê lihev bikin.

Salih Muslim Hevserokê PYD dîyar kir ku lihevkirina dewletên Şam û Enqerê nepêkan e û got ku ew lihevkirin bi wateya vê yekê ye ku dewleta Sûrîyê şerê himberî hêzên xwe li hundurê welêt qebûl kirîye, lê dewleta Şamê yê vê daxwaza Enqerê qebûl neke.

Salih Muslim di dewamê da got ku dîroka şerûtîya Tirkîyê dijî kurdan dizvire dema damezirandina wê. Ji dema ku Tirkîye tevlî NATOyê bûye va bi saya çekên wê vî şerî didmîne. NATO hewcedarê Tirkîyê ye lê AKPya bi rêvebirîya Erdogan idî darê destan ê şewitî jibo NATOyê ye û bi kêr nayê, lewma NATO bi dû alternatîvê ye.

Salih Muslim wek berteka himberî hewlên ji bo vejîyandina Rêkevtinama Adanayê jî ku rê dide artêşa Tirkîyê ji bo tepeserkirina neyarên xwe heta çend kîlomêtran bikeve axa Sûrîyê, got: Em ji Şamê dixwazin ku dijî vê rêkevtinameyê derkeve û rêzê li wan kesan bigire ku di refên HSD da dijî DAIŞê şer kirin û nika jî himberî dagirkerîya Tirkîyê sekinîne.

Serepeyv