Tebax 27, 2022 13:34 Asia/Tehran
  • Rexneyên Rûsyayê ji Tirkiyê jiber şandina mûşekavêjan bo Ukraynayê

Malpera nûçeyan a Rûsî ku di warê leşkerî de kar dike, rexne li têkoşana Tirkiyê ya şandina mûşekavêjan bo Ukraynayê girt.

Malpera nûçeyan a Avia.pro ya Rûsyayê kiryara dewleta Tirkiyê ya bi dizî şandina mûşekavêjên TRLG-230 ya di demeke nêz de ji Ukraynayê re kiryareke neqanûnî bi nav kir.

Vê malpera nûçeyan a Rûsî nivîsiye ku şandina van mûşekavêjên Tirkiyê bo Ukraynayê dikare bandoreke gelek xirab li ser pêwendiyên Enqere û Moskowê bike.

Li gorî vê malperê, wê 200 roketavêjên TRLG-230 radestî artêşa Ukraynayê bên kirin.

Ev kiryara Tirkiyê li dijî îdiaya vî welatî derbarê bêterfbûna di şerê Rûsya û Ukraynayê de ye.

Piştî şeş mehan ji şerê li Ukraynayê, hevalbendên rojavayî yên vî welatî bi milyaran dolar alavên leşkerî û alîkariyên din ji Kîev re şandin, û her çend van tedbîran rê li ber têkçûneke bilez girt, lê ew nekarîn rasterast beşdarî şerê li dijî hêzên rûsî bibin. niha beşek mezin ji axa Ukraynayê li rojhilat û başûrê vî welatî ketiye bin destê rûsan, di vî halî de welatên rojavayî bi hemde û sebir tev digerin.

Serepeyv