Tebax 24, 2022 18:35 Asia/Tehran
  • Gotûbêja wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi hevtayê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin re axivî.

Hewldanên hikûmeta Erdogan ji bo wergirtina balafirên şer û çekên serbazî ji Amerîkayê, ji sala 2016an ve, bi dehan caran danûstandinên dualî di vî warî de hatine kirin, lê bi ser neketin. Hikûmeta Tirkiyê berî niha milyarek û 400 milyon dolar ji bo kirîna balafirên şer ên F-35 dabû hikûmeta Amerîkayê, lê Amerîka erkên xwe yên li hember vê endamê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) cîbicî nekir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li daxûyaniyekê ragihand ku Hulusî Akar wezîrê berevaniya vî welatî û hevtayê wî yê amerîkî Lloyd Austin li peywendiyeke telefonî li bara berevanî û ewlehiyê, pêşhatên Ukraynayê, şerê li dijî terorê û dabînkirina balafirên F-16 gotûbêj kirin.

Kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve rastî nerazîbûna Amerîkayê û nakokiyên navbera Enqere û Washingtonê hat. Îsrara Tirkiyê li ser kirîna vê sîstemê tevî dijberiya Amerîkayê bû sedema hêrsa Koşka Spî û Amerîkayê jî li hember vê pirsê, projeya çêkirina balafirên F-16 li Tirkiyê ya hevbeş betal kir û heta razî nebû ku van balafiran jî bifiroşe Enqerê.

Serepeyv