Tebax 23, 2022 13:14 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara deyndaran her roj zêde dibe

Parlamenterê CHPê yê Hatayê Mehmet Guzelmansur ragihand ku li Tirkiyê hejmara dosyeyên li daîreyên deynan (îcra) ên di bin şopandina qanûnî de bi tevahî gihiştiye 24 milyon û 77 hezar û 828 dosyeyan.

Li Tirkiyê ji ber krîza aborî her diçe pirsgirêkên xelkê zêde dibin. Hêza kirînê ya xelkê her diçe lawaz dibe û deyndarî jî zêde dibe. Li gorî amarên ku hatine ragihandin li tevahiya Tirkiyê hejmara kesên ku nikarîne deynên xwe bidin û ketine ber şopandin û dest danîna ser mal û milk ji 24 milyonan derbas bûye. Herwiha zêdeyî 34 milyon kesan jî deyndarê banka û krêdiyan in.

Parlamenterê CHPê yê Hatayê Mehmet Guzelmansur, amarên deynên di bin şopandina qanûnî de yên li daîreyên îcrayan belav kirin. Guzelmansur dibêje, rewş her diçe xerabtir dibe û hejmara dosyeyên li daîreyên îcrayê ji serê sala 2022an heta meha Tebaxê zêdetir ji milyonek û 500 hezar zêde bûye û bi tevahî gihiştiye 24 milyon û 77 hezar û 828 dosyeyan. Di demekê de ev hejmar dawiya sala 2021ê 22 milyon û 571 hezar bû.

Herwiha li Tirkiyê di van demên dawî de rojane bi dehan belgeyên agahdariyê yên deynên welatiyan digihin ofîsên muxtaran. Ji ber welatî nikarin deynên xwe bidin li dijî wan pêvajoya dadgehê tê destpêkirin û eger hebe bi rêya dadgehê dest datînin ser mal û milkê welatiyan.

Serepeyv