Encama destpêkê lêkolînê ya bûyera li Dîloka Tirkiyê hat aşkerekirin
Li gor encamên destpêkê yên lêkolînan hat ragihandin ku di bûyera li Dîlokê de leza otobusê 130 km bûye û şûna frênê li ser 307 metre rê hatiye dîtin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Di qezaya li Dîlokê de ku roja Şembiyê 20ê Tebaxa 2022an çê bû, 15 kesan canê xwe ji dest da ku de 3 kesên ser bi tîmên tenduristiyê, 3 kes ji tîmên agirvemirandinê û 2 rojnamevan jî di nav de bûn, û 31 kes jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hatibû destpêkirin û îro Duşembê 22ê Tebaxê du rojan piştî bûyerê, encamên destpêkê yên lêkolînê hatin aşkerekirin.
Leza 130 km, 307 metre şûna frênê
Li gor encamên destpêkê yên lêkolînên Cendirme yên derbarê bûyera li Dîlokê de, leza otobusa ku qeza kir 130 kîlometre bûye û şûna frênên wê bi dirêjahiya 307 metran li ser rê hatiye dîtin.
Hat ragihandin ku li ser wê rêyê leza rêpêdayî 110 kîlometre ye lê belê leza otobusa ku qeza kiriye, li ser heman rêyê 130 kîlometre bûye.
Şofêrê otobusê yê bi navê A.M ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û bo girtîgehê hatiye şandin. Şofêr di îfadeya xwe ya ewil de ragihandiye, “nayê bîra min di dema qezayê de min pê li frên kiriye yan na.“
Şofêrê otobusê herwiha gotiye, “Me dîsa li tesîseke li Nîzîpê saet di 10:00-11:00 de bêhna xwe veda. Di bêhnvedanê de ez li otobusê siwar bûm. Kesê bi navê V.O. dîsa çû bêhnvedanê. Tevî ku ez tam nizanim, ez bi leza 100-110 kîlometroyan di rê de diçûm. Di tevahiya rêwîtiyê de alîkarê me B. bi me re bû.
B. jî dem bi dem bêhna xwe vedida, lê di tesîsên dawî de bi min re şiyar bû. Dema ku min otobus diajot, alîkarê me B. jî li rêwiyên me dinihêrî. Piştî ajotina bi qasî 15 kîlometreyan, min dît ku qeza çêbû. Li ser rê 3-4 otomobîl, wesayiteke agirvemirandinê û ambulansek hebûn ku modela wan nayê bîra min. Bi qasî ku min fêm kir qeza çêbû, lê wesayîta qezayê û qeza nayê
bîra min.”
"Min baş dît ku dîreksyonê bizivirînim aliyê çepê"
A.M diyar kir ku ew di şirîta ewil a aliyê rast û li tenişt şirîta ewlekariyê di rê de bûye û got, “Bi texmîn nêzîkî 20-30 metreyan li pêşiya xwe, min wesayîtên qezayê, ambulans û wesayitên agirkujiyê dîtin. Ez nikarim bibêjim ka çima min ev wesayît 20-30 metreyan dûr dîtin. Lêbelê, rê piçek vîrajî bû û li ser rêya min lê diajot hin gir hebûn. Belkî ji ber wê sedemê jî min wesayît û qeza nedîtine. Lêbelê, ez ne di xew de bûm û bi qasî ku tê bîra min li ser rê îşaretên hişyarkirinê û refleks tunebûn. Nayê bîra min, piştî dîtina wesayitên navborî min frên girt an na.
Ji ber ku ez di nav mesafeya frênê de nebûm. Ger min pê li frênê kiriba jî otobus nedisekinî. Ji ber vê yekê min hilbijart ku dîreksiyonê bizivirînim aliyê çepê. Dibe ku bi vî awayî derfeta me ya xilasbûna ji qezayê hebe. Nayê bîra min ku otobusê paşê li tu otomobîlekê, wesayita agirvemirandinê an ambulansekê xist. Cara dawî ku min lê nihêrî, min dît ku otobus li ser kêleka xwe ketiye. Ji ber qezaya ku pêk hat û kesên mirin û birîndar bûn ez gelek xemgîn im. Ji ber bûyera ku qewimî, ez tercih dikim bimirim.”