Tebax 22, 2022 15:40 Asia/Tehran
  •  Li Xarpêt û Dêrsîmê yên Tirkiyê agir bi daristanê ket

Li parêzgehên Xarpêt û Dêrsimê yên Tirkiyê agir bi daristanan ket.

Li navçeya Kebanê ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Tirkiyê ve, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.

Li gundê Karkidê yê Kebanê, duh 21ê Tebaxê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket. Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, cendirme û tîmên Saziya Herêmê ya Daristanê û AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Agir di encama xebatên tîman de hat vemirandin. Hat ragihandin ku 20 donim daristan şewitî ye.

Herwiha duh li navçeya Mazgêrdê ya ser bi parêzgeha Dêrsîmê ve jî, agir bi daristanê ket û di encama xebatên vemirandinê de hat vemirandin. Lê nehat eşkerekirin, ku çend donim daristan şewitî ye.