Tebax 20, 2022 17:54 Asia/Tehran
  • Erdogan: Tirkiye hewla rakirina “Beşar Esed” ji ser deshilatê nade

Piştî daxuyaniyên nakok ên rayedarên Enqerê yên derbarê Sûriyê de, Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku Tirkiye naxwaze Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ji nav pêkhateya siyasî dûr bixe.

Di çend rojên borî de rayedarên Enqerê derbarê siyaseta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de daxuyaniyên berevajî didin.

Di heyama sê rojên borî de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu çendîn caran behsa aştî û aramiya Sûriyê kiriye û çavkaniyên nûçeyan jî radigihînin ku Enqere amadekariya êrişeke leşkerî ya nêzîk bo ser axa Sûriyê dike.

Di vê derbarê de, hêzên Tirkiyê bi rêya spîkeran(bilindbêjan) li mizgeftên bajarokên sînorî yên derdora bajarê Cerablusê li Rîf a Helebê hişyarî dane welatiyan ku di malên xwe de bimînin daku xwe ji destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser axa Sûriyê re amade bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê ji rojnamevanan re got: Em bi ti awayî li Sûriyê li dû dûrxistina Beşar Esed ji deshilatê nagerin.

Erdogan îdia kir ku hemû gavên ku Tirkiyê bi hevkariya Rûsyayê li bakurê Sûriyê û rojhilat û rojavayê Firatê avêtine, ji bo têkoşîna li dijî terorê li herêmê ye û Enqere nikare bi tevahî têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re qut bike, ji ber ku hebûna gotûbêjên wiha pêwîst e.

Erdogan ku di hefteyên dawîn da bi hinceta têkoşîna dijî terorîstan operasyonên eskerî yên artêşa Tirkiyê li herêmên curbicur ên Sûriyê zêde kirine, îdia kir ku komên terorîst bi firotina petrolê li hin deverên Sûriyê fînanse dikin û em naxwazin şerê li dijî wan paşda bêxin. lê me çav bernedaye axa Sûriyê.

Serepeyv