Rexneyên tund ên navxweyî ji Erdogan ji ber asayîkirina têkiliyên bi rejîma Israîlê re
Çalakiya Enqerê ya ji bo asayîkirina peywendiyan bi rejîma dagirker a Îsraîlê re, rastî rexneyên tund ji hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan li hundirê Tirkiyê hat.
Pispor dibêjin: Berpirsên AKPê (partiya desthilatdar a Tirkiyê) bi taybetî Receb Teyib Erdogan, di heyama du deh-salên borî de, hertim îdiaya piştevaniya gelê mezlûm yê Filistînê li hember dagîrkerî û tawanên rejîma Israîlê dikin. Wer xuya dike ku hemû tevgerên hukûmeta Erdogan ên ji rû ve li dijî rejima nijadperest a Îsraîlê, şanoyeke ku li gorî bername û planên diyarkirî dimeşe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku mezintirîn partiya opozisyona Tirkiyê ye, rexne li kiryarên Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê yên li ser asayîkirina peywendiyên digel Telavîvê û destpêkirina qonaxa danasîna balyoz girt.
CHPê ragihand: Erdoğan Îsraîlê wek kujerê zarokan û rejîmeke terorîst bi nav dikir û piştî bûyera keştiya Marmarayê şert û merc ji bo asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê re danî, niha çi hatiye guhertin? Niha jî Îsraîl kuştina zarokên Filistînî didomîne.
Mezintirîn partiya opozisyona hikûmeta Tirkiyê herwiha diyar kir ku di êrîşa vê dawiyê ya Îsraîlê de li ser zîvala Xezeyê,gelek zarokên filistî jî hatin kuştin, lê niha hikûmeta Erdogan ji bo asayîkirina peywendiyan bi Îsraîlê re ketiye nav danûstandineke du alî û sozên xwe ji bo filistîniyan û gelê tirk jî ji bîr kirine.
Di salên borî de dijberên Tirkiyê hertim siyaseta derve ya hikûmeta Tirkiyê rexne kirine û daxwaza vegerandina peywendiyan ligel aliyên cuda li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirine. Di heman demê de, çavdêr di wê baweriyê de ne ku bi rastî têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê nehatine qutkirin û rawestandin.