Tebax 20, 2022 10:20 Asia/Tehran
  • Erdogan: Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir biavêjin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: "Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir biavêjin. Dema em van gavan biavêjin li vê erdnîgariya ku cîranên me alema Îslamê ye em ê gelek lîstikan xera bikin."

Recep Tayyip Erdogan di vegera serdana xwe ya Ukraynayê de, di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Erdogan li ser pirsa derbarê rewşa Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê de got: "Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelensky bi taybetî ji me xwest ku Rûsya mayîn û tiştên bi vî rengî ji vê derê paqij bike û demildest rewşa xeternak ji holê rake."

Herwiha diyar kir ji bo mijara Zaporijya ew ê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re biaxive û got: "Ev ji bo aştiya cîhanê gaveke girîng e û divê Rûsya çi dikeve ser milê wê bike. Em ê bi taybetî bixwazin."

Tirkiyê gelek bajar û gundên Sûriyê dagir kirine û her roj êrişî sivîlên sûrî dike û wan dikuje û birîndar dike, di vê rewşê de serokomarê Tirk Erdogan îdia dike: "Çavê me di axa Sûriyê de nîne. Gelê Sûriyê xwişk û birayên me ne. Yekîtiya axa wan ji bo me girîng e. Divê rejîm vê yekê fêm bike. Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir biavêjin. Dema em van gavan biavêjin li vê erdnîgariya ku cîranên me alema Îslamê ye em ê gelek lîstikan xera bikin. Em her gav aliyê çareseriyê ne. Di mijara Sûriyê de me bar hilgirtiye. Hedefa aştiya gerdûnî û welatê xwe ji gef û talûkeyan biparêzin."

Erdogan derbarê pêwendiyên Tirkiye û Misrê de jî got: "Gelê Misrê xwişk û birayên me ne. Em nikarin ji gelê Misrê bixeyîdin. Loma jî divê em demildest bi wê aştiyekê bikin."

Serepeyv