Tebax 18, 2022 21:29 Asia/Tehran
  • Amerîkayê bertek nîşanî peymana nû ya S-400 a Tirkiyê da

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê li hember nûçeyên derbarê kirîna beşeke din a sîstema berevaniya esmanî ya S-400 ên Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve hişyarî da Enqerê û bang li wê kir ku hemû "hevahengiyên leşkerî" yên bi Moskowê re qut bike.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Robert Mendez îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de got, “Divê Tirkiye pabendbûna xwe ya tam ji bo NATO û ewlekarî û aramiya navçeyê bi redkirina her hevahengiyeke leşkerî ya bi tawankarekî şer ê wek Vladimir Putin re nîşan bide.”

Medya Rûsî roja Sêşemê diyar kiribû ku Serokê Ofîsa Federalî ya Hevahengiya Teknîkî û Leşkerî Dmitriy Shugayev ragihand ku Rûsya û Tirkiyê girêbesteke nû îmze kirine ji bo firotina karwana duyem a sîstema berevaniya esmanî ya S-400 bo Enqerê.

Çavkaniyên berevaniyê yên Tirkiyê jî demildest îdiayên Dmitriy Shugayev red kirin û gotin ku ew ne girêbesteke nû ye, beşek ji girêbesta yekem e bo kirîna sîstema berevaniyê.

Serepeyv