Tebax 17, 2022 13:30 Asia/Tehran
  •   Erdogan dê biçe Ukraynê û ligel Zelensky û Guterres bicive

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan biryar e roja Pêncşemiyê serdana Ukraynê bike û ligel serokomarê wî welatî Volodimir Zelensky û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bicive.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê li Ukraynê dê ligel Volodimir Zelensky û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bicive.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê 18ê Tebaxa 2022an li Ukraynê dê ligel serokê wî welatî Volodimir Zelensky û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hevdîtineke sêalî pêk bîne.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, Erdogan di hevdîtinên xwe yên bi hemtayê xwe yê ukraynî re dê têkiliyên Tirkiye-Ukraynê ji hemû aliyan ve bên nirxandin.

Li gor bernameyê, biryar e Erdogan û Guterres serdana Navenda Hevahengiya Hevbeş bikin, ku ew navend ji bo veguhestina genimê Ukraynê li Stenbolê hatiye sazkirin.

Serepeyv