Tebax 16, 2022 18:53 Asia/Tehran
  • pêgîrîkirina Partiya Netewperest a Tirkiyê li ser diyaloga bi Şamê re

Partiya netewperest a MHPê wek hevalbendê sereke yê AKPê li hikûmeta Tirkiyê xwest ku hikûmet bi Şamê re dest bi diyalogê bike.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê li dijî terorîstan, ev nêzîkî du sal û nîv e ku deverên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagîr kirine û heta niha jî komek leşkerên Tirkiyê ji bo piştgiriya komên terorîst û çete li van deveran hene.

Li gorî rapora kanala televizyona El-Mayadeen`ê, Devlet Bahçelî serokê Partiya nijadperest a Tevgera Niştimaniya Tirkiyê (MHP) di daxuyaniyekê de ragihand ku pêngavên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de hêja û rast in.

Bahcelî her wiha got: Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê aştiya di navbera opozîsyona Sûriyê û Şamê de baş nîşan dide ku Tirkiye ji bo çareseriyeke herdemî hewil didie, vêca divê eva nebe sedema acizbûna ti kesî.

Serokê MHPê diyar kir ku Tirkiyê dil heye heya sala 2023an bi hemû welatên cîran re peywendiyên xwe di her warî de asayî bike.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Hayati Yazici jî ji kenala “NTV” re got: Pêwendiya wan a bi Sûriyê re heta niha sînordar bû, lê ew dikarin asta vê pêwendiyê bilindtir bikin û bi Şamê re pêwendiyeke rasterast deynin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ku ev welat ji wan piştgiriyê dike di heyama du mehên borî de êrişên xwe ser bajar û gundên baku û bakurê rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin û bi caran deverên parêzgeha Heleb û Hesekê xistine bin topbaran û mûşekan ku di encamê de bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

Di rewşekê de êrîşên bi topan ên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê Sûriyê zêde bûne ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî sê mehên berê ragihandibû ku welatê wî dê di demek nêzîk de dest bi operasyona avakirina navçeyeke ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyan li axa Sûriyê bike.

ayedarên Sûriyê jî tekez kirin ku gefên rejîma Tirkiyê yên di çarçoveya operasyona bi navê “herêma ewle” de li bakurê Sûriyê bi encamên civîna Astanayê re hev nayê.

Serepeyv