Tebax 15, 2022 16:21 Asia/Tehran
  • Nebûna kelûpelan neştergerîyê li Tirkiyê dengê CHP'yê derxist

Alîkara Serokê Giştî yê CHPê Gamze Akkuş Ilgezdi ragihand, “Li Tirkiyê sîstema tendirustiyê di nav krîzekê de ye. Ji ber kelûpelên pêwîst peyda nabin neştergerî têne paşxistin.”

Parlamenter û Alîkara Serokê Giştî yê CHPê Gamze Akkuş Ilgezdi, rapora xwe ya derbarê qeyrana tendirustiyê li Tirkiyê eşkere kir.

Ilgezdiyê, di rapora xwe de bal kişandiye ser nebûna amûr û kelûpelên tendirustiyê û ev xal nivîsandin:

- Sîstema peydakirinê têk çû; Ji ber ku kelûpel peyda nabin, xizmetên tomarkirina dîmenî, emeliyatên cerahî yên mejî, emeliyatên dil û demar û emeliyatên ortopediyê bi awayekî cidî dereng tên kirin û bo demên ne diyar tên paşxistin.

- Pirsigirêka nexweşxaneyên bajêr; Li nexweşxaneyên bajêr cîbicîkirin û peydakirina xizmetê bo kompanya berpirsiyar hatiye hiştin. Kompanya berpirsiyar jî bi temamî wek bazirganî temaşe dike û dema cezaya ku dê bide ji xerciyên kirînê kêmtir be, ew jî nakire û cezayê dide.

- Randevû anku biryara serdanê piştî çend mehan tê dayîn; Pereyên kompanyayên ku kelûpelan peyda dikin nayên dayîn. Îro tevî ku 10 meh bi ser de çûne, pereyên kompanyayan nehatine dayîn. Di radyolojiyê de ji bo kişandina MR, tomografî, ultrason, endoskopi û VHS'yê ku bo tespît û dermankirina nexweşiyan gelekî girîng in di navbera 3-6 mehan de tê paşxistin.

Serepeyv