Li Tirkiyê bihayê mazotê careke din tê zêdekirin
Tebax 15, 2022 13:28 Asia/Tehran
Li Tirkiyê, ji sibe 16ê Tebaxê ve bihayê her lîtreyeke mazotê 26 quruşan tê zêdekirin.
Li gor medyaya Tirkiyê, ji roja Sêşemiyê 16ê Tebaxê ve bihayê lîtreyeke mazotê 26 quruşan tê zêdekirin û bi vî awayî bihayê lîtreyeke mazot dê li Stenbolê bi 23 lîre û 18 quruşan bê firotin.
Bihayê mazotê berî du rojan jî 82 quruşan hatibû zêdekirin.
Bi zêdekirina bihayê nû, bihayê mazotê di nav salekê de nêzîkî %300 û ji serê salê ve nêzîkî %150 hatiye zêdekirin.
Lîtreya mazotê meha Tebaxa 2021ê 7 lîre û 25 quruşan bû û meha Çileya 2022an jî bi 11 lîre 43 quruşan bû.
Sedema sereke ya zêdebûna nirxê sotemeniyê li Tirkiyê daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ye û ev yek bandoreke zêde li nirxê berhemên sotemeniyê dike.