Tebax 13, 2022 11:53 Asia/Tehran
  • Ji Tirkiyê 227 penaberên din ên efxan hatin dersînorkirin

Ajansa nûçan a Tasnim`ê, li gor zanyariyên ku ji berpirsên Dezgeha Koçberiyê ya Tirkiyê wergirtine ragihand, ji 1ê Çileya îsal ve heta niha bi giştî 3 hezar û 997 penaberên Efxanî yên ku li Tirkiyê dimînin, hatine dersînorkirin.

Li gorî rapora Çile ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, li Tirkiyê nêzî 300 hezar penaberên Efxan hene, ji vana nêzî 130 hezar kes xwediyê belgeyên qanûnî ne û bi metirsiya dersînorkirina bi zorê re rû bi rû ne.

Berî vê yekê, medyaya Tirkiyê ragihandibû, ku xebatên radestkirina "koçberên neqanûnî" yên ku di demên cuda de hatine girtin û bi awayekî demkî li navendên radestkirina welatiyên biyanî yên li seranserê Tirkiyê dimînin, hê jî berdewam dikin.

Lêkolînera Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya karûbarên mafên penaber û koçberan Ana Şea herî dawî ragihandibû ku hikûmeta Tirkiyê tekane bijardeya ku dide penaberên Efxan, dersînorkirina bi darê zorê an jî binçavkirina ji bo demeke nediyar e.

Tevî rêkeftina ligel Yekîtiya Ewropayê û wergirtina bi milyonan euroyî derbarê bicihkirina koçberan li Tirkiyê û rêgirtina li derbasbûna wan di nav sînorên Ewropayê de, ji ber krîza aborî ya navxweyî, Enqerê dest bi proseya girtin û vegerandina koçberan kiriye. Di vê navberê de gelek penaber ji wan penaberên efxan ji ber pirsgirêkên cuda yên ewlehî û aborî neçar dimînin ku welatên xwe biterikînin û koçber bibin.

Serepeyv