Çavuşoglu: Ez bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re axivîm
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wî di civîneke li Belgrada paytexta Sirbîstanê de li ser piyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re hevdînek pêk aniye û ji wî re gotiye ku divê aşitiyek di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û hikûmetê de pêk bê.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê 11ê Tebaxa 2022an li Enqereya Tirkiyê piştî bidawîbûna Konferansa Balyozan civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Mevlut Çavuşoglu li ser pirseke derbarê destpêkirina peywendî û dîplomasiya di navbera Şamê û Enqerê de ragihand niha ti proseyeke gotûbêjan di astên bilind de nîne lê îstixbaratên her du welatan di peywendiyê de ne.
Çavuşoglu eşkere kir ku wî di civîneke li Belgrada paytexta Sirbîstanê de bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mîqdat re li ser pêyan hevdîtineke kurt pêk aniye û got, “Em her dem dibêjin di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û hikûmetê de pêdivî bi aştiyekê heye û em dê weke Tirkiye her cûre piştevaniyekê bidin vê pêngavê.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna xwe ya li Soçiyê ya bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re ragihandibû ku Pûtîn ji wî daxwaz kiriye ku bi Şamê re careke din peywendiyên xwe yên dîplomasiyê bidin destpêkirin. Ev demeke di medyayên Tirkiyê de berî çend rojan belavkiribûn ku Erdogan dê ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed peywendiyeke telefonî pêk bîne. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan jî ragihandibû niha saziyên îstixbaratê yên her du aliyan ligel hev di peywendiyê de ne.
Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu got, “Ev demeke Putîn û karbidestên Rûs dibêjin em we ligel hikûmetê bînin ba hev. Xwestin ku civînek di navbera Esed û Serokkomarê me de pêk bê. Serokkomarê me jî gotibû dê hevdîtinên îstixbaretên me bi sûd bin. Weke hûn dizanin di demên borî de jî hinek caran îstixbaratên me hevdîtin pêk anîbûn. Piştre qûtbûnek çêbû û niha careke din dest pê kirin. Di encama hevdîtinên di asta îstixbaratan de gelek mijar tên rojevê. Min di civîna li Belgradê li ser piyan dema ligel wezîrên din diaxivîm berî xwarinê hevdîtinek kurt ligel wezîrê derve yê Sûriyê pê kanî. Di encam de li wir me got take rêya çareseriya vî welatî lihevkirina siyasî û paqijkirina terorîstan e; kî be bila ew be, nav ferq nake.”