Tebax 11, 2022 21:11 Asia/Tehran
  • Li ser sînorên Tirkiyê 192 kes hatin binçavkirin

Hêzên hikûmeta Tirkiyê 192 koçberên neqanûnî li ser sînorên vî welatî girtin.

Ji destpêka sala 2021ê ve, Tirkiyê rê li ber derbasbûna zêdetirî 600 hezar koçberan girtiye û ji bo rêgirtina li ser derbasbûna penaberan, tedbîrên ewlehiyê li ser sînoran tundtir dike.

Gelek penaber ji ber pirsgirêkên giran ên aborî, ewlehî û şer neçar dimînin welatên xwe biterikînin û herin welatên din ku yek ji riyên derbasbûna wan Tirkiye ye.

Li gor nûçeya IRIB Newsê; Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro (Pêncşemê) ragihand, ev 192 kes di heyama 40 rojên borî de hatine girtin ku dixwestin bi rêyên neqanûnî derbasî Tirkiyê bibin.

Ev kes li sînorên Edîrne, Hatay, Riha û Mêrdînê hatin girtin.

Rayedarên Tirkiye îdia dikin ku 103 kes ji van kesan endamên koma Gulen û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne.

Serepeyv