Tebax 10, 2022 13:55 Asia/Tehran
  • Daxuyaniyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê û PKKê derbar şerên li dijî hevdu

Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina leşkerekî wî welatî li navçeya operasyona Pence-Kilîd di nav sînorê Herêma Kurdistanê de ragihand. Baskê çekdarî yê PKKê, jî nasnama du şervanên xwe aşkere kir ku li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerekî birîndar ê wî welatî ku roja 6ê Tebaxê li navça operasyona Pence-Kilîd a li dijî PKKê, ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku leşkerê bi navê Mustafa Demir ku 6ê Tebaxa 2022an di encama teqîna teqemeniyekê de ku berê ji aliyê PKKê ve li herêma "Operasyona Pence-Kilîd" hatibû bicihkirin bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê(Gulxanê) jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyekî din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Baskê çekdarî yê PKKê, nasnama du şervanên xwe aşkere kir ku di şer û pevçûnên li dijî hêzên Tirkiyê de li nav axa Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya HPGê de tê gotin, Cansel Dursun a bi navê kod Gûven Doza û Rakip Kuşlu ê bi navl kod Vorîn Qesasê Welat di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane.

Baskê çekdarî yê PKKê ragihandiye, Cansel Dursun xelka parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê û Rakip Kuşlu ji Amedê bûye.

Baskê çekdarî yê PKKê diyar kiriye, her du endamên wê di Tîrmehê de (meha derbasbûyî) jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû a bi navê "Pençe Kilîd" dabû destpêkirin.

Serepeyv