Tebax 09, 2022 18:55 Asia/Tehran
  •  Erdogan tekezî li ser cihanîna operasyona nû ya leşkerî li axa Sûriyê kir

Serokomarê Tirkiyê dibêje: Artêşa welatê wî hîn jî li bara cihanîna operasyona nû ya leşkerî li bakûra Sûriyê bibiryar e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Duşemiyê 8ê Tebaxê li Enqerê careke din behsa operasyoneke nû ya artêşa welatê xwe li dijî kurdên Sûriyê kir û diyar kir, ew dê di demeke nêzîk de kembera ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan li bakurê Sûriyê temam bikin.

Erdogan got, “Em dê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin. Biryara me ya avakirina xeteke ewledar a bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînorê me yê başûr maye. Hêvîdarim ku em zincîrên vê kembera ewlehiyê bi paqijkirina dawîn deverên ku rêxistina terorîst li Sûriyê lê hêlînên xwe hene, di demek nêzîk de bikin yek.”

Tirkiye di mehên dawî de gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî kurdên Sûriyê dubare kirine û berpirsên Tirkiyê dibêjin ku operasyona nû ya wî welatî li bakurê Sûriyê “di her kêliyê de dikare dest pê bike”.

Lê belê, civaka navneteweyî li hember êrîşek wiha hişyarî daye Tirkiyê û piraniya welatan bi taybet Amerîka, Rûsya, Fransa û welatên din ên Ewropayê, herwiha Îranê ragihandine ku her operasyoneke nû ya leşkerî li bakurê Sûriyê dê aloziya li Sûriyê zêdetir bike.

 

Serepeyv