Tebax 09, 2022 08:33 Asia/Tehran
  •  'Li Tirkiyê 20 milyon welatî nikarin deynê kartên xwe yên Krediyê bidin'

Federasyona Yekîtiya Serfkaran ya Tirkiyê ragihand ku li seranserî Tirkiyê 20 milyon welatî nikarin deynê karta xwe ya krediyê bidin û bê ku dema wê temam bibe xerciya wan sînorê derbas dike.

Federasyona Yekîtiya Serfkaran ya Tirkiyê raporta xwe ya bi navê “Di tûrikê me de çi heye?” ya meha Temûza 2022an eşkere kir.

Li gor raporê, li Tirkiyê ji sedî 33 serfkar nikarin bi temamî deynê karta xwe bidin û 20 milyon welatiyan jî deynên xwe paş xistine ku di 3 mehên dawî de hejmar zêdetir bûye . Herwiha 36 milyon kartên krediyê bê ku dema wan bi dawî bibe sînorê xerciyê derbas kirine.

Di raporê de amaje pê hatiye kirin ku niha 750 hezar serfkar di bin şopa qanûnî de ne eger rewş bi vî awayî berdewam be dê bi milyonan kes li vê hejmarê zêde bibin.

Li gor amarên TUÎKê li seranserî Tirkiyê enfilasyon di Temûza îsal de bi rêjeya %2.37 zêde bûye û enflasyona salane gihiştiye ji sedî 79.6an. Lê Koma Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) dibêje enfilasyon di heman mehê de ji sedî 5.03 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 176.04. Wate di navbera amarên herdû saziyan de ji sedî 96.44 ferq heye ku Tirkiye ji sala 1998ê ve yekem car rûbirûyî tabloyeke bi vî rengî ya enfilasyona zêde dibe.