Li Qersê merasîma Roja Aşûrayê bi coş hat lidarxistin
Tebax 08, 2022 20:43 Asia/Tehran
Li bajarê Qersê ji bo Îmam Husên (S) û 72 hogirên wî bernameya şîndarî û bibîranînê hat kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Roja Aşûrayê li Qersê wek "Roja reşgirêdanê" jî tê gotin û gel ji bo bîranîna şehîdên Kerbelayê merasîmê li dar dixin.
Koma ji nêzî 10 hezar kesî pêk dihat li ber Mizgefta Hezretê Elî kom bûn û ji Kolana Faîk Beg heta Mizgefta Işkli Ehlîbeytê meşiyan, li singê xwe û bi zincîrê jî li xwe xistin.