Tebax 07, 2022 18:22 Asia/Tehran
  • Ciwanek Kurd li Stenbolê ji ber lêdan û şkenceyê hat kuştin

Li naveçaya Beyoglu ya Stenbolê ciwanek Kurd ê ji parêzgeha Mêrdînê ya Kurdistana Tirkiyê bi îşkence û lêdanê hat kuştin û piştre termê wî bo ber deriyê xaniyê ku lê dijiya hat avêtin. Muhtemel e kujerên wî tirkên nijadperest bibe.

Li gor zanyariyan duh saet derdora 17.30  6ê Tebaxa 2022ê li taxa Kulugu ya navçeya Beyoglu ji otomobîlekê termek bo cadeyê hate avêtin û piştre ew otomobîl ji cihê bûyerê reviya.

Piştî agahdarkirina welatiyan hêzên ewlekariyê  û tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û li ser wî termî dest bi lêkolînan kirin.

Di encama lêkolînan de derket holê ku ew term ê ciwanê 20 salî yê bi navê Serhat Abîk e ku xelkê navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ye û li ser laşê navborî gelek şopên îşkence û lêdanê hebûne.

Termê Serhat Abîk ji mala şînê ya Beyoglu bo navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat şandin.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê ji bo destserkirina kujerên wî ciwanê 20 salî yê Kurd dest bi lêkolînan kirine ku termê wî bi otomobîlê avêtibûn ber deriyê xaniyê ku lê dijiya. 

Piraniya qetil û kuştinên wiha yên kurdan li Tirkiyê bi destê tirkên nijadperest cih tê ku partiya netewperest a MHPê ji wan piştgiriyê dike û wan han dide.

Serepeyv