Tebax 07, 2022 13:06 Asia/Tehran
  • Berfirebûna peywendiyên Rûsya û Tirkiyê ji welatên rojavayê re fukar çêkirine

Berfire û xurtkirina hevkariyên Rûsya û Tirkiyê di warê aborî de bûye sedema nîgeranî û fukarênwelatên rojavayî.

Li gorî rapora roja yekşemê ya IRNA`yê, Welatên rojavayî tevî derbirîna nîgeraniya xwe li bara hevdîtina çar saetî ya vê dawiyê ya Receb Teyib Erdogan û Vladimîr Pûtîn, serokomarên Tirkiyê û Rûsyayê, ya li Soçiyê li bara berfirehkirina peywendiyên bazirganî û enerjiyê û hevkariyên du alî; îdia kirin ku eger Tirkiye wekî endameke NATOyê alîkariya Rûsyayê bike ji bo derbasbûna wê ji boykot û sizayan, dibe ku Enqere jî rastî sizayan were.

Erdogan roja Îna borî ji bo ku bi Pûtîn re hevdîtin û gotûbêj bike çûbû bajarê Soçiyê yê Rûsyayê.

Piştî hevdîtina 4 saetan, Vladîmîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyeke hevpar de soza berfirehkirina hevkariyên siyasî û aborî, di warê enerjî û bazirganiya di navbera du welatan de, dan.

Serokên Rûsiya û Tirkiyê di dema gotûbêjkirina geşepêdana peywendiyên aborî di navbera Moskow û Enqerê de, cîbicîkirina rêkeftina Stenbolê derbarê hinartina dexl û dan û xwekê, şerê Ukraynayê û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokomarê Rûsyayê spasiya Serokomarê Tirkiyê kir, ji ber hewldanên wî yên ji bo destpêkirina hinardekirina dexl û dan ji benderên Behra Reş li gor peymana di navbera Moskow û Kîevê de.

Rûsya û Ukrayna di tîrmehê de li Stenbolê bi navbeynkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî li hev kiribûn ku hinardekirina dexl û dan ji benderên başûrê Ukraynayê yên li ser Derya Reş ji nû ve bidin destpêkirin.

Serepeyv