Tebax 07, 2022 09:23 Asia/Tehran
  • Tirkiye nikare şewatên daristanên xwe kontrol bike

Şewata li daristanên parêzgeha Mêrsînê ya li başûrê Tirkiyê ket roja xwe ya çaremîn.

Sala borî agir bi daristanên Tirkiyê li 53 parêzgehên vî welatî ket ku eva bû sedema wêranbûn û şewitîna bi hezaran hektar ji daristanên vî welatî. Di şewata par a li daristanên vî welatî de 8 kes mirin û hezar û 520 kes jî birîndar bûn. Şewata li daristanên Mêrsînê yên li herêmên "Toros" û "Tarsos" roja Çarşemê (3ê Tebaxê) dest pê kir û di saetên despêkê de 5 helîkopterên agirkujiyê û 23 wesayîtên agirkujî û avpej û hejmareke zêde ya agirkujan û rêxistina daristanan beşdarî xebatên vemirandina agir li daristanên Mêrsînê bûn.

Li gor nûçeya ajansa Anadoluyê şewata li daristanên Mêrsînê ketiye roja xwe ya çaran. Eva li halekê ye ku niha ji ber metirsiyên ku ji ber şert û mercên dijwar ên bejahî hene, destwerdana hewayî nayê kirin û tenê 12 otombîl û hejmareke zêde ya hêzên daristanê li wê deverê hene ji bo vemirandina agir.

Ji bo pêşîgirtina li zêdebûna şewata daristanan, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku li seranserê welêt heta daxuyaniyeke din derbasbûna gel nav herêmên daristanan qedexe ye.

Serepeyv